radyo bakur sözcük çevir
kürtçe müzik | kürtçe klipler | kürtçe şarkı sözleri | dengbejler | iletişim

Nizamettin Arıç

Stran - Nizamettin Arıç
Nizamettin Arıç - Kurtejiyan / Biyografisi
Ew bi navê Feqiyê Teyran hatiye naskirin, lê belê navê wî yê rastîn Nizamettin Ariç e.

Ariç li herêmeke ku dengbêjî lê xurt bû hate dinyayê, li Serhedan. Ew li ber dengê Şakiro, Gerabêtê Xaço, Meyrem Xan û Zadîne Şakir mezin bû.

Di sala 1956 ji ber sedemin aborî malbata Ariç ji Agirî bar dike Enqerê. Di sala 1976 de jî ew bi awayekî çalek di radyoya TRT ya Enqereyê de programên hunerî amade dike. Ji ber ku ew di sala 1979 de li Agirî konsrekê bi zimanê Kurdî pêşkêş dike, ji TRT tê avêtin. Piştre di navbera salên 1979-1980 de cara yekemîn bi navê Feqiyê Teyran albomên bi navê Bêrîvan, Dîlan û Diyarbekir derdixe.

Nizamettin Ariç, xwediyê awayeke taybet e, ew hunermendekî dengxweş, deng bilind û gotin şêrîn e. Bi giranî wî stranên folklorîk gotine, lê belê gelek helbestên Cegerxwîn jî bi dengê xwe pêşkêş kirine.

Yek ji albomên wî yên navdar Zînê ye. Zînê neynika trajedî û dramaya gelê Kurd e, Şahînê Bekirê Soreklî nivîsandiye.

Li kêleka stranan Ariç fîlmeke serkeftî jî pêşkêş kiriye, ew jî Klamek ji bo Beko ye.

25 salên jiyana xwe pêkêşî stran û hunera kurdî kirin. Bi deng, awaz û sazbendiya xwe wî bi her awayî bizav kiriye ku vê çandê biparêze û ji bo nifşên pêşerojê bi awayekî modern pêkêş bike. Yek ji afirandinên wî jî ew bû ku stranên gelêrî bi şêweyekî nû eda bike. Ne tenê serkeftina di awayê strandinê de, her wiha wî di warê rejîsoriya fîlman û lîstikvaniyê de nîşan da.
[biguherîne] Berhem

* Bir günün hikayesi-Çîroka rojekî - fîlm(tirkî)
* Klamek ji bo Beko - fîlm
* Kurdish Ballads 1 û 2
* Cûdî
* Wêneyên xewnê (Helepçe)
* Çiyayên me
* Dayê
* Zînê
* Bêrîvan
* Dîlan
* Diyarbekir

Nizamettin Arıç - Albuman / Albümleri
Nizamettin Arıç - Peyvê strana nû ya hatine barkirin / Son eklenen şarkı sözleri
Jîn û Hebûn

http://www.radyoozgun.org/sarki-sozleri/nizamettin-aric-daye-jin-u-hebun.asp

Rojek Tê

http://www.radyoozgun.org/sarki-sozleri/nizamettin-aric-daye-rojek-te.asp


...

Peyvê stran bigere / Şarkı sözü ara:
Özel Arama


Hunermend
Hunermend: 85 Album: 160 Stran: 1375



© 2006-2009 radyoozgun.org & radyoruzgar.com
Contact (têkîlî / iletişim):